May 26, 2021 11:57 Asia/Tehran
  • Şandeyeke fransî bi nûnerên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya

Şandeyeke fransî ji bo naskirina tecrûbeya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destkeftiyên ku pêk anîne, serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi nûnerên Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê a bi navê "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" re civiya.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Duh şandeyeke fransî ku ji serokê Weqfeya  Daniel Mitterrand Jeremy Chaumatier, berpirsa şopandina Kar û Barên Rojhilata Navîn a Meclisa Şaredariya  Paris Maru, serokê rêxistina (URD) Veronica de Crove, her du rêveberên Weqfeya Daniel Mitterrand Philip de Calimard û Corinne Bosser pêk dihat gihîşt navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya bajarê Qamişloyê.

Şande ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û cîgirên wî Fener El-Giêt, Ebîr Êleya, berpirsa Nivîsgeha Serokatiyê Nafiya Mihemed û cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî  û Hawirdorê Bêrîvan Omer ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan gelek mijar, di serî de aloziya Sûriyê û beşdariya  Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê a ji çareseriya siyasî re û pêkanîna biryara 2254`an û  bandora girtina dergeha Til Koçerê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin. Her wiha girîngiya ku civaka navneteweyî bi berpirsyariya xwe rabin û zarokên malbatên DAIŞ`ê ji kampan derxin û li welatên wan vegerînin destnîşan kirin.

Di hevdîtinan de sîstema  Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pênasekirin, her wiha rewşa siyasî, aborî, girîngiya pêkanîna koordîneyê di navbera  Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê û civaka navneteweyî de da ku aştî û aramî li herêmê pêk were, hate nîqaşkirin.
 

 

Serepeyv