Leşkerên Tirkiyê zeviyên çandiniyê yên gundekî Dêrikê şewitandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i326503-leşkerên_tirkiyê_zeviyên_çandiniyê_yên_gundekî_dêrikê_şewitandin
Leşkerên artêşa Tirkiyê agir berdan zeviyên çandiniyê yên gundê Cem Şeref ê herêma Beravê ya Dêrikê.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
May 22, 2021 08:40 Asia/Tehran
  • Leşkerên Tirkiyê zeviyên çandiniyê yên gundekî Dêrikê şewitandin

Leşkerên artêşa Tirkiyê agir berdan zeviyên çandiniyê yên gundê Cem Şeref ê herêma Beravê ya Dêrikê.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Leşkerên artêşa Tirkiyê bi çekên navîn gule berdan zeviyên çandiniyê yên gundê Cem Şeref ê herêma Beravê ya Dêrikê û şewat derket.

Di encamê de gelek darên berhemdar ên gundiyan telef bûn. Erebeyên agirkujiyê nedikarin xwe bighînin cihê şewatê, ji ber ku leşkerên Tirkiyê gule direşandin.

Şewat ji aliyê şêniyên gund ve hate vemirandin.

Leşkerên Tirkiyê guleyan ber bi gundên li ser sînor ve direşînin. Par ji ber gulebaranê şêniyek ji gundê Dêrna Axê yê Girkê Legê jiyana xwe ji dest da.