May 13, 2021 00:15 Asia/Tehran
  • Zerîf: Em li dijî tundrewî û terorîzmê piştgirî didin hukûmet û gelê Sûriyê

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, di hevdîtina bi wezîrê derve yê Sûriyê re tekez kir em li dijî tundrewî û terorîzmê piştgirî didin hukûmet û gelê Sûriyê.

Li gor IRNAyê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro Çarşemê di hevdîtina wezîrê derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re li Şamê keyfxweşiya xwe derheq gotûbêja bi rayedarên sûrî li nêzîkbûna dema lidarxistina Hilbijartina Serokomariyê li Sûriyê diyar kir û diyar kir ku demekê li Sûriyê ye ku gelê Filstînê bi berxwedana xwe ya qehremanane eşkera kir ku Rejîma Siyonîst lawaz e û her diçe derbeyên giran lê dikevin . Wî di dewamê de piştgiriya Îranê ji gel û hikûmeta Sûriyê li hemberê tundrewî û terorîzmê ragihand.

Zerîf her wiha kêfxweşiya xwe derheq serketina hikûmeta Sûriyê di warê sekinîna li hemberî terorîzma aborî ya amerîkî di sepandina sizayên ser Sûriyê de anî ziman û got: "Terorîst îro li warê pizîşkî jî belav bûye, ji ber vê yekê gelên Îran û Sûriyê ji vaksînan jî bêpar kirin."

Hevkariya di warên aborî û çandî de û şopandina vekirina konsolxanên Îranê li bajarên Heleb û  Lazkiyeê, bi razîbûna serokomarê Sûrî Beşar el-Esed, mijarên din bûn ku Zerîf di vê civînê de anî ziman.

Wezîrê derve yê Sûriyê Feysel Miqdad jî di vê hevdîtinê de ji  Komara Îslamî ya Îranê  ji ber piştgiriya gel û hikûmeta Sûriyê sipasî û qedirzanî kir û xwest hevkariyên du welatan di asta rêxistinên navneteweyî  û herêmî zêde û berfir bibin û pêwendî û hevkariya navbera nûneratiyên du welatan  xurt û berfire bibin. 

Serepeyv