Şandeke siûdî bi Beşar Esed û Elî Memlûk re civiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i326059-Şandeke_siûdî_bi_beşar_esed_û_elî_memlûk_re_civiya
Rojnama Raî Alyoum a erebî diyar kir ku şandeke Erebistana siûdî ya payebilind serdana paytexta Sûriyê Şamê kir û bi rayedarên hikumeta Şamê re civiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2021 05:02 Asia/Tehran
  • Şandeke siûdî bi Beşar Esed û Elî Memlûk re civiya

Rojnama Raî Alyoum a erebî diyar kir ku şandeke Erebistana siûdî ya payebilind serdana paytexta Sûriyê Şamê kir û bi rayedarên hikumeta Şamê re civiya.

Rojnama Raî Alyoum ji zarê çavkaniyên dîplomatîk li Şamê eşkere kir  ku şandeke siûdî bi serkêşiya serokê saziya îstixbaratê Ferîq Xalid El-Himêdan duh serdana paytexta Sûriyê kir û bi serokomarê Sûriyê Beşar Esed û cîgirê serokê Kar û Barên Ewlehiyê Elî Memlûk re civiya.

Li gorî rojnamê peyman, li ser bingeha ku şanda siûdî demeke dirêj li Sûriyê bimîne û piştî cejna Remezanê vegerin pêk hat.

Çavkaniyan ragihand ku li ser vegera vekirina balyozxana Siûdiyê ya li Şamê lihevkirin çêbû, ev jî wekî gaveke destpêkê ya zindîkirina têkiliyên di navbera her du welatan de ye.