Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 132 kesên din bi vîrusa koroneyê ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i325290-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_132_kesên_din_bi_vîrusa_koroneyê_ketine
Desteya Tenduristiyê a Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 132 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 31, 2021 06:43 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 132 kesên din bi vîrusa koroneyê ketine

Desteya Tenduristiyê a Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 132 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê a Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ji ber vîrusa korone jiyana xwe ji dest dane du jin ji Hesekê ne û mêrek jî ji Qamişlo ye.

Mistefa destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 132 kesên ku bi koroneyê ketine 76 mêr in û 56 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 21

Qamişlo: 46

Dêrik: 12

Dirbesiyê: 3

Reqa: 12

Çilaxa: 4

Tebqa: 9

Kobanê: 7

Dêrazor: 13

Minbic: 5

Mistefa diyar kir ku 3 kesên ku berê bi korona ketibûn jî baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi van daneyan hejmara pêketiyên koroneyê gihaşt 9 hezar û 898 kesan, ji wan 375 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 303 kes jî baş bûne