Hêzên amerîkî bi karwanên çekan û amûrên lojîstî li derdora Hesekê û Dêrazorê bi cî bûn
Karwaneke nû ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîkayê ku alavên lojîstîk û çek li xwe girtibûn, ji Iraqê çû nav axa Sûriyê û gihişte binkeyên xwe yên li Hesekê.
Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ji hin çavkaniyên xwecî ragihandiye: “Hêzên Amerîkayê di çend saetên borî de karwanek ku ji 40 wesayît û barhilgir pêk dihat, ji Iraqê bi rêya deriyê sînorî yê El Welîd derbasî axa Sûriyê kir û karwan alavên lojîstîk û çek û teqemeniyê li xwe girtibû û wesayîtên zirêhpoş ên serbazî parastina wan dikir.”
Herwiha hatiye diyarkirin ku di çend mehên derbasbûyî de hêzên Amerîkayê bi hezaran barhilgir ji deriyê sînorî yê Iraqê derbasî nav axa Sûriyê kirine.
Ji aliyê din ve Kanala Al-Akhbariya (El-Exbariye) ya Sûriyê ragihand ku karwanek wesayîtên zirixî, kamyonên ku çek û alavên lojîstîk û piştgiriyê yên hêzên dagîrkerên amerîkî li wan bar kiribûn ketin devera neftzêm ya Koniko li bakurê rojhilatê Dêrazorê, ya ku Amerîka ew ji hêzên xwe kiriye baregeheke leşkerî ji bo bihêzkirina hebûna xwe û dizîna serwet û nefta Sûriyê.
Hêzên dagîrker ên Amerîkî 30 terorîstên dîlgirtî yên DAIŞê jî ji zindaneke bin destê Hêzên Sûriya Demokratîk ên (HSD) veguheztin baregeha xwe ya leşkerî li el-Şedadî, li derdora Hesekê.