Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 18 kesên din bi koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324839-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_18_kesên_din_bi_koronayê_ketin
Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 18 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine, 2 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2021 04:36 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 18 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 18 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine, 2 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ji ber vîrusê mirine, mêrek û jineke ji Reqayê ne.

Mistefa destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 18 kesên din bi koronayê ketine, ew jî 8 mêr û 10 jin in û li van herêman in:

Heseke: 9

Qamişlo: 5

Dêrik: 1

Reqa: 3

Ciwan Mistefa her wiha diyar kir ku nexweşekî din jî baş bûye.

Bi van daneyan re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 8 hezar û 773 kes bi koronayê ketine, ji wan 337 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 254 kes baş bûne.