Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed bi Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324721-beşar_esed_û_hevjîna_wî_esma_esed_bi_koronayê_ketin
Serokomarê Sûriyê Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed bi Corona ketin û niha di qarantînê de ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 09, 2021 05:26 Asia/Tehran
  •  Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed bi Koronayê ketin

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed bi Corona ketin û niha di qarantînê de ne.

Serokomariya Sûriyê di daxuyaniyekê de eşkere kir, Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed bi Korona ketin.

Li gor daxuyaniya hanê tendirustiya Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed baş e û niha di qarantînê de ne.

Her wiha hat ragihandin ku Esed û hevjîna wî dê 3 heftiyan di qerentînê de bimînin û karûbarên dewletê li mala xwe birêve bibin.

Li gor serokayetiya Sûriyê, bandora Koronayê li ser wan kêm e û tenê di rojên destpêkê de bi sivikî hest pê kiribûn, piştî wergirtina testa koronayê, eşkere bû ku ew bi hevjîna xwe ve bi Korona ketine.

Heta niha xuya nebû ye ka zarokên wan bi Koronayê ketine yan na.