Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 3 kesên din bi koronayê ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324486-li_bakur_û_rojhilata_sûriyê_3_kesên_din_bi_koronayê_ketine
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li Bakur û Rojhilata Sûriyê 3 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 28, 2021 10:20 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 3 kesên din bi koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li Bakur û Rojhilata Sûriyê 3 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine.

Di daxuyaniya Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilata Sûriyê de, Hevserokê Desteyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku di 24 seatên dawîn de 3 kesên din bi koronayê ketine ew jî 2 mêr in û jineke e û li van herêman in:

Qamişlo:2

Minbic:1

Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşiyên koronayê 3 kes jiyana xwe ji dest daye û kesek baş bûye.

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilata Sûriyê gihaşt 8 hezar û 608 kes; ji wan 321 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 247 kes baş bûne.