Sibat 26, 2021 13:49 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 7 kesên din bi Covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê 7 kesên din bi koronayê ketine û 3 kes jî mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mistefa anî ziman ku kesên bi koronayê ketine 5 mêr û 2 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 1

Qamişlo: 2

Girkê Legê :2

Reqa:2

Mistefa eşkere kir ku 3 kes ji ber koronayê mirine û 4 kes baş bûne.

Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilata Sûriyê gihaşt 8 hezar û 602 kes ji wan; 316 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 246 kes jî baş bûne.

 

Serepeyv