Sibat 17, 2021 21:18 Asia/Tehran
  • Amerîka binkeyekî leşkerî yê din li deverên kurdî yên Sûriyê ava dike

Artêşa Amerîkayê binkeyekî din ê leşkerî li bajarê Hesekê ya li li deverên kurdî yên Sûriyê ava dike.

Îro 17.02.2021ê ajansa nûçeyan a SANA ya ser bi hikûmeta Sûriyê ragehand, artêşa Amerîkayê binkeyeke leşkerî ya din li navça Malikiye ya ser bi bajarê kurdnişîn a Sûriyê û ser bi parêzgeha Hesekê ava kiriye.

Ew binkeya leşkerî ya nû ya artêşa Amerîkayê dikeve sêkunca navbera sînorê herêma Kurdistana Iraqê, sînorê deverên kurdên Tirkiyê û deverên kurdên Sûriyê.

Li gor ajansa nûçeyan a SANA  meha borî jî artêşa Amerîkayê binkeyeke leşkerî li navça Tel Elo ya navçeya Yeirubiye ya Hesekê ava kiriye.

Serepeyv