Komên çete li Efrîn careke din ketin dor canê hevdu
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i324081-komên_çete_li_efrîn_careke_din_ketin_dor_canê_hevdu
Li Efrînê di encama şerê grûpên çete yên ser bi Tirkiyê ve, 2 çete hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn. 
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 13, 2021 18:21 Asia/Tehran
  • Komên çete li Efrîn careke din ketin dor canê hevdu

Li Efrînê di encama şerê grûpên çete yên ser bi Tirkiyê ve, 2 çete hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn. 

Jêderekî ji nava Efrînê ragihand, îro li nava bajarê Efrînê şer di navbera çeteyên grûpa Ceyş El-Îslam û Cebhe El-Şamiyê de derketin û tê de çekên sivik û giran bikar hatin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku di encama şer de 2 çete ji grûpa Ceyş El-Îslam hatine kuştin û 12 çete jî birîndar bûne. Wê jêderî destnîşan kir: Ji encama şerê çekdaran de, welatiyên sivîl ketine malên xwe û rewşeke tirs û hove çêbûye.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çete yên vî welat ve, gelek cara li ser dizî, talan, destdanîna ser mal û milkên xelkê, şer û pevçûn di navbera grûpên çete de derdikeve û gelak caran welatiyên sivîl jî bûne qurbanî.