Hêzên Tirkiyê û çeteyên wê gundên Şera û Şehbayê topbaran dikin
Sibat 09, 2021 17:46 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di van kêliyan de gundên navçeya Şera û Şehbayê topbaran dikin.
Leşkerên artêşa Tirkiyê ku gelek bajarên Sûriyê dagir kirine û çeteyên wê gundên Meranaz, Alqemiyê, Til Ajar ên navçeya Şera ya kantona Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê û gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Hirbil û navçeya Til Rifetê yên kantona Şehbayê topbaran dikin.