Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 kesên din bi koronayê ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i323732-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_14_kesên_din_bi_koronayê_ketine
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku duh li Bakur û Rojhilata Sûriyê 14 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 4 kes jî baş bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 02, 2021 10:17 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 kesên din bi koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku duh li Bakur û Rojhilata Sûriyê 14 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 4 kes jî baş bûne.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi koronayê (Covid-19) ketine 8 mêr û 6 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 1

Qamişlo: 1

Dêrik: 2

Çilaxa: 1

Reqa: 7

Tebqa: 2

Ciwan Mistefa anî ziman ku ji nav nexweşên koronayê 4 kes jî baş bûne û tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye.

Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilata Sûriyê gihaşt 8 hezar û 490 kesî; ji wan 296 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 216 kes baş bûne.