Karzanê mijarên Kurdî: Nîgeraniya kurdên Sûriyê ji kiryarên handêr ên Rûsiyê
Lêklerekî mijarên kurdî dibêje ku Rûsiye gefa Tirkiyê wek amûrek li dijî kurdan bi kar tîne û li paş kêşeyên vê dawiyê li navşeyên bin kontrola kurdên Sûriyê heye.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Di çend rojên bihurî da hin guhertin weke gurrbûna kêşeyan navbera hêzên kurd ên Sûriyê û hêêzn dewletê li Hesekeyê aramiya li van navçeyan xistiye ber xeterê.
Şoreş Derwêş, lêkolerê mijarên Kurd di vî warî da ji VOA'yê ra gotiye: Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hest dikin ku danûstandinek digel Tirkiyê û bi desterdana Rûsiyê pêk tê ku armanca wê derxistina hêzên kurd ji bajarê Eyn Îsayê ye.
Wî got: Rûsiye hertim gefên Tirkiyê wek kartekê jibo lawazkirina hêzên kurd û Amerîkayê wek hevpeymanê kurdan bi kar tîne.
Vîçavdêrê mijarên kurdî, Rûsiye di kêşeyên vê dawiyê navbera hêzên kurd û hêzên dewleta Sûriyê li Hesekeyê sûcdar da zanîn û got ku armanca vî karî pêkanîna aloziyê ji aliyê Sûriyê û dabînkirina rewşê jibo derxistina van navçeya ji bin kontrola hêzên kurd da zanîn.