Çile 19, 2021 13:10 Asia/Tehran
  • Komîteya Çandê ya Hecînê çalakiyeke mîrasî li dar xist

Komîteya Çand û Hûnerê ya bajarokê Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê li bajarokê Baxozê yê rojhilatê gundewarê Dêrazorê, çalakiyek mîrasî, bi diruşa "Mîrasa me nasnameya me ye" li dar xist.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Çalakî li bajarokê Baxozê di bin konê de û bi beşdariya bi dehan şêx, rûspî, helbestvan û jinên li herêmê hat lidarxistin.

Çalakî bi armanca pênasekirina mîras û kelepora herêmê û nasnameya eşîran hate lidarxistin. Beşdaran bi rêya helbestan nasname û mîrateyên xwe nîşan dan.

Her wiha di çalakiyê de hespên erebî yên esîl, qehweya erebî û hin çîrokên kevnare yên şêniyên herêmê hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya çalakiyê de Komîteya Çand û Hûnerê , xurme û mast pêşkêşî beşdaran kir, ku kevneşopiya herêmê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bajarokê Baxozê yê berîka dawîn a çeteyên DAIŞ`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û QSD`ê di 21`ê Adara 2019`an rizgar kir û bi awayekî fermî roja 23`yê   heman mehê rizgarkirina wî bajarokî hate ragihandin.

 

 

Serepeyv