Artêşa Sûriyê 11 terorîstên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i323153-artêşa_sûriyê_11_terorîstên_ku_tirkiye_piştgiriya_wan_dike_kuştin
Di operasyoneke taybet de ya hêzên artêşa Sûriyê 11 terorîstên ku dewleta Tirkiyê piştgiriya wan dike û ji her babetê alîkariyê dide wan kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 13, 2021 08:36 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê 11 terorîstên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, kuştin

Di operasyoneke taybet de ya hêzên artêşa Sûriyê 11 terorîstên ku dewleta Tirkiyê piştgiriya wan dike û ji her babetê alîkariyê dide wan kuştin.

Li gorî ajansanên xwecihî,  roja Duşemê, hêzeke taybet a artêşa Sûriyê xwe xistine nav xaleke çekdarên gurûpa Ceyş El Nesir li gundê Enkawî, li deşta Xabê li Bakurê Rojavayê Hemayê.

Di wê operasyonê de, 11 çekdarên gurûpa terorîst a Ceyş El Nesir ku yek ji gurûpên Artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê ye ku artêşa Tirkiyê piştgiriyê jê dike, kuştin.

Termên terorîstên kuştî li kampên Bakurê Idlibê hatine veşartin.