Fransa hişyariya ji vegera DAIŞê li Sûriyê dide
Di çend rojên bûrî çekdarên DAIŞê li beyabana Sûriyê liv û tevgerên xwe li dijî xelkê sivîl û hêzên hikûmeta Sûriyê zêde kirine.
Di demekê de ku tevgera DAIŞ'ê li Sûriyê her ku çû zêde bûye, Wezareta Berevaniyê ya Fransayê hişyariyê ji dubare vegera wê rêxistina terorê dike.
Wezîra Berevaniyê yê Fransayê Florence Parly ji medyaya fransî re ragihand, rîxistina DAIŞê bi yekcarî nehatiye jinavbirin û ji nû ve li Sûriye û Iraqê serê xwe hildide. Ji ber wê jî, hêzên wan li wan her du welatan e.
Parly diyar kir, ji dema kontrolkirina bajarokê Baxozê li Dêrazorê di Adara 2019an de ku dawî baregeha DAIŞê bû, tê dîtin ku hêdî hêdî DAIŞ hêza xwe li Sûriyê vedigerîne.
Wezîra Berevaniyê yê Fransayê amaje bi wê da, DAIŞ li Iraqê jî xwe birêkxistin dike û metrisiya vegera wê jî heye.
Ev daxuyaniya Wezîra Berevaniyê yê Fransayê di demekê de ye ku di çend rojên bûrî terorîstên DAIŞê êrîşine mezin birine ser hêzên hikûmeta Sûriyê li beyabana vî welatî û gelek kes ji her du aliyan hatin kuştin.
Li gor raportên medyayî, çekdarên DAIŞê li 3 cihên sereke dimînin, li çiyayê Bişra li başûrê Reqa, devera Defîne li başûrê rojavayê Dêrazorê û li beyabana di navbera Tedmur û bajarokê Suxneyê de.