Li bakur û rojhilata Sûriyê 32 kesên din bi Koronayê ketin
Li bakur û rojhilata Sûriyê 32 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û kesekî jî canê xwe ji dest da.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilata Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand, li herêmên wan kesekî bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest daye. Pêketiyekî Koronayê jî baş bûye.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 32 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin. Haletên hatine tomarkirin: 1 kes li Hesekê, 6 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 1 kes li Til Temirê, 2 kes li Girkê Legê, 2 kes li Kobaniyê, 6 kes li Tebqayê, 4 kes li Reqayê, 1 kes li Dêrazorê, 2 kes li Minbicê û 4 kes li Şehbayê ne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li bakur û rojhilata Sûriyê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8099 kesan, ji wan 275 kesan jî canê xwe ji dest dane û 1149 kes baş bûne.