Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 43 kesên din vîrusa koronayê vegirtin
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku bi vîrusa koronayê (Covid-19) 3 kesên din jiyana xwe dest daye.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku jinek û mêrek li Hesekê û mêrek jî li Şehbayê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî Mistefa li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê 43 kesên din bi vîrusa koronayê ketine; 33 mêr û 10 jin. Daneyên pêketiyên nû wê wiha ne:
Hesekê: 8
Qamişlo: 7
Dêrik: 8
Tirbespiyê: 1
Girkê Legê: 1
Kobanê: 4
Reqa: 2
Tebqa: 9
Minbic: 2
Şehba: 1
Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 10 nexweş jî baş bûne.
Tevî daneyên îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê gihaşt 8 hezar 67 kesan û bi giştî 274 nexweş mirine û hezar û 148 nexweş jî baş bûne.