Kanûn 10, 2020 21:03 Asia/Tehran
  • Li Heseke ne av û ne jî elektirîk heye

Li parêzgeha Heseke ya bakurê rojhilatê Sûriyê ev çend roj in, ne elektirîk û ne jî ava vexwarinê heye.

Ev çend roj in, bajarê Hesekê yê kurdên Sûriyê li bakurê rojhilatê vî welatî bê av û bê elektrîk e, û xelkê wî bajarî şeva xwe di tariyê de derbas dikin.

Li bajarê Heseke 3 burcên mezin ên elektirîkê têk çûn ku bi riya hersê burcan elektirîka piraniya navçeyê dihate dabînkirin.

Xelkê herêmê dibêjin, ne tenê elektirîka niştîmanî di heman demêde jeneratorên elektirîkê jî, kar nakin.

Tîmêm Rêveberiya Elektirîka Hesekê ya girêdayî Rêveberiya Xweser, xwe gihandine hersê burcên têkçûyî û ew çak kirin.

Rêvebirê Elektrîka Hesekê Ekrem Silêman ji Rûdawê re ragihand, ku bi rêya hersê burcan ji sedî 70ê elektirîka herêma Cizîrê dihate dabînkirin, lewma piştî çakirina hersê burcan, di demek nêzîk de elektirîk dê bigihêje bajarê Hesekê.

Ji ber qutbûna elektirîkê, ava Wêstgeha Elok jî kar nake, ji ber ku pompeyên wê yên mezin bi rêya elektirîkê kar dikin.

Piştî çakkirina hersê burcan, biryar e elektirîk bigihêje wêstegeha Elok û careke din piştî çend rojan av bigihêje wî bajarî, ku niha ew di krîza nebûna avê de ye û pêwîstiya welatiyan bi çareserkirina wê kêşeyê heye.

Serepeyv