Kanûn 09, 2020 08:01 Asia/Tehran
  • Li Dêrazorê - Aşê Hecînê kete xizmetê

Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li Til Cebaî ya li nêzî Hecînê, aşek vekir û amadekariyê dike ku firneyekê jî li El-Şefa veke.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Di rojên derbasbûyî de, ji ber ard firneyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê ku hejmara wan 13 e, zehmetî dikişand. Li gorî yek ji rêveberên aşan Şewket Mihemed, Gerînendetiya Aşan bi piştgiriya Komîteya Aborî ya ya Dêrazorê, bi teknolojiyên nûjen ku rojane 25 heya 30 ton ard derdixe, dest bi avakirina aşekî kir. Aş pêdiviya 13 firneyên li gundewarên rojhilat bi cih tîne.

Di heman çarçoveyê de, Komîteya Aborî niha xebata avakirina firneyekê li gundê El-Sefa yê rojhilatê Hecînê û bi lêçûneke nêzî 26 hezar dolarê Amerîkî didomîne. Tê payîn ku di dawiya Çileya sala bê de firne bikeve xizmetê.

Ji aliyekî din ve jî, xebata ji bo sererastkirina firneya gundê Hewame ku 20 km li rojavayê bajarokê Hecînê ye, didome.

 

 

Serepeyv