Şandeya Belçîkayê bi MSD'ê re civiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i322016-Şandeya_belçîkayê_bi_msd'ê_re_civiya
Şandeya ji Belçîkayê li bajarê Qamişloyê hevdîtinek bi MSD'ê re pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2020 05:54 Asia/Tehran
  • Şandeya Belçîkayê bi MSD'ê re civiya

Şandeya ji Belçîkayê li bajarê Qamişloyê hevdîtinek bi MSD'ê re pêk anî.

Li gorî rapopra ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Şandeya Belçîkayê ya ji endamên Parlamentoya Federal a Belçîkayê George Dalmani û Queen Mesto, rêveberê Komeleya Navneteweyî ya qurbaniyên terorê Philip Vanstatekiste, endamê komeleyê Rudy Malak û rêveberê Saziya Child Focus a piştgirî û parastina zarokên wenda, revandî û qurbaniyên destdirêjiya cinsî Heidi De Paolo, pêk tê piştî serdana Daîreya Têkiliyên Derve li avahiya Meclisa Sûriya Demorkatîk (MSD) ya li bajarê Qamişloyê kir.

Şande ji aliyê Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed û cîgirê Desteya Serokatiyê ya MSD'ê Hikmet Hebîb û hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD'ê Cîhad Omer ve hat pêşwazîkirin.

Civîn ji çapemeniyê re girtî hat domandin.