Mijdar 24, 2020 21:40 Asia/Tehran
  • Teqînekê bajarê Efrînê hejand, gelek kesên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn

Êvara îro roja sêşemê 24.11.2020an teqîneke mezin li bajarê Efrînê yê kurdên Sûriyê ku Tirkiyê û terorîstên wê ew dagir kirine, pêk hat û ji ber wê teqînê hejmarek welatî can dan û birîndar bûn.

Li gor zanyariyan otomobîleke bombelêbarkirî bajarê Efrînê hatiye teqandin û ji ber wê teqînê çend kes can dane û gelek welatî jî birîndar bûne. 

Li gor agahiyên Kurdistan24ê, di encama teqînê de 3 kes mirine û 17 kes jî birîndar bûne. Qurbaniyên di encama teqînê de, sivîl in û ji ber rewşa giran a birîndaran, tê çaverêkirin ku hejmara kuştiyan zêde bibe. Heta niha ti rêxistinê berpirsiyariya wê êrîşê li xwe negirtiye.

Hêjayê gotinê ye îro li bajarê Beza yê Helebê jî teqîneke wiha pêk hatibû û ji ber wê teqînê 4 kes hatin kuştin û herî kêm 20 kes jî birîndar bibûn.  

Çavkaniyên navçê dibêjin dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li paş van teqînan in ji bo ku xelkê kurd neçar kin ji mal û warên xwe koçber bikin daku dewsa wan ereb û tirk û malbatên terorîstan bi cih bikin.

Serepeyv