Li Efrîna dagirbûyî teqînek qewimî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i321654-li_efrîna_dagirbûyî_teqînek_qewimî
Li navenda bajarê Efrînê ya dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê dagir kirine, teqîneke pê hat. Li gorî agahiyan birîndar hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 23, 2020 06:50 Asia/Tehran
  • Li Efrîna dagirbûyî teqînek qewimî

Li navenda bajarê Efrînê ya dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê dagir kirine, teqîneke pê hat. Li gorî agahiyan birîndar hene.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), "Çavkaniyên taybet ji navenda bajarê Efrînê ji ANHA'yê re gotin, motorsîklêteke bombebarkirî şeva çûyî nêzî baregeha çeteyan a "Melek Şah" teqiya.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku di encama teqînê de bi kêmanî 3 kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan, piştî teqînê çeteyan girtin ser malan."