Mijdar 23, 2020 10:20 Asia/Tehran
  • Esed, El-Mîqdad li şûna El-Mûelim wezîfedar kir û erka El-Caferî guhert

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed, piştî mirina Wezîrê Karên Derve Welid El-Mûelim Feysel El-Miqdad li şûna wî wezîfedar kir. Her wiha nûnerê Şamê yê li Neteweyên Yekbûyî, Beşar El-Caferî wek cîgirê El-Miqdad wezîfedar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Li gorî medyayên ser bi Sûriyê, Serokomarê Sûriyê Beşar Esed sê biryar dan; Feysel El-Miqdad li şûna Wezîrê Karên Derve Welid El-Mûlelim ê beriya 3 rojan mir, wezîfedar kir.

Her wiha erka nûnerê Sûriyê yê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî guhert û wekî cîgirê El-Miqdad erkdar kir.

Di biryara sêyemîn de, balyoz Besam El-Sebax wekî nûnerê daîmî yê Neteweyên Yekbûyî erkdar kir.

Serepeyv