11 leşkerên Sûriyê di encama kemîna terorîstan hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i321517-11_leşkerên_sûriyê_di_encama_kemîna_terorîstan_hatin_kuştin
Di encama êrişa terorîstên DAIŞê ku hin welatên rojavayê û navçê ji wan piştgiriyê dikin 11 leşkerên artêşa Sûriyê û hêzîn xwecî yên piştgirê dewletê kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 18, 2020 20:23 Asia/Tehran
  • 11 leşkerên Sûriyê di encama kemîna terorîstan hatin kuştin

Di encama êrişa terorîstên DAIŞê ku hin welatên rojavayê û navçê ji wan piştgiriyê dikin 11 leşkerên artêşa Sûriyê û hêzîn xwecî yên piştgirê dewletê kuştin.

Di şerê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û DAIŞê de, li biyabanên Sûriyê, 11 leşkerên artêşa Sûriyê û hêzîn xwecî yên piştgirê dewletê di kemînekê de hatin kuştin.

Herweha başûrê Rojavayê bajarokê Mayadîn jî, di şerê navbera Artêşa Sûriyê û DAIŞê de17 kes ji leşkerên Sûriyê û milîsên girêdayî wê birîndar bûn.

Ji Adara 2019an ve li Badiya Sûriyê, di encama şerên di navbera artêşa Sûriyê û DAIŞê de, zêdeyî 980 kes ji leşkerên Sûrî û 140 kes ji çekdarên milîsên ser bi wê ve hatine kuştin. Herwiha zêdeyî 530 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.