Esed: Welatên rojavayî rê li ber vegeriyana awareyên sûrî bo Sûriyê digirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i321300-esed_welatên_rojavayî_rê_li_ber_vegeriyana_awareyên_sûrî_bo_sûriyê_digirin
Serokomarê Sûriyê got: Amerîka û hin welatên rojavayî rê li ber vegeriyana awareyên sûrî bo welatê xwe digirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 11, 2020 13:11 Asia/Tehran
  • Esed: Welatên rojavayî rê li ber vegeriyana awareyên sûrî bo Sûriyê digirin

Serokomarê Sûriyê got: Amerîka û hin welatên rojavayî rê li ber vegeriyana awareyên sûrî bo welatê xwe digirin.

Li gorî rapora SANA Newsê, Bişar Esed Serokomarê Sûriyê roja Çarşemiyê di civîna Navneteweyî ya Vegeriyana Awareyên sûrî li Şamê got: Hin welatên rojavayî awareyan jibo armancên xwe yên siyasî bi kar tînin.

Bişar Esed bi gotina vêya ku welatên rojavayî bi tirsandin û handanê rê li ber vegeriyana awareyan digirin, got: Dewleta Sûriyê jibo vegerandina gişt awareyên sûrî hewil dide, lê gellek berbend li ser vê riyê hene.