Amerîka kesekî nû li şûna James Jeffery danî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i321257-amerîka_kesekî_nû_li_şûna_james_jeffery_danî
Amerîka kesekî nû li şûna nûnerê wî welatî di karûbarên Sûriyê de, James Jeffery destnîşan kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 10, 2020 07:25 Asia/Tehran
  • Amerîka kesekî nû li şûna James Jeffery danî

Amerîka kesekî nû li şûna nûnerê wî welatî di karûbarên Sûriyê de, James Jeffery destnîşan kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di daxuyaniyeke fermî de aşkere kir ku Joel Rayburn (cîgirê Jeffery bû) li şûna James Jeffery weke nûnerê nû yê Amerîkî ji bo Sûriyê hatiye destnîşankirin.

James Jeffery çend roj berê dest ji kar berdabû û ragihandibû, kî bibe serokê Amerîka bila bibe lê siyaseta Amerîka li hember Sûriyê nayê guhertin.

Ev di demekê de ye ku duhî Amerîkayê di çarçoveya Yasaya Sîzar de, sizayên nû li ser çend kesayetî û dezgehên Sûrî sepandin. Ew siza, 19 kompanî û parlementer û hinek berpirsên darayî û leşkerî yên Sûrî li xwe digire.