Desteya Tenduristiyê: 269 kesên din bi korona ketin, 2 mirin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê du pêketiyên din ên vîrusa koronayê jiyana ji xwe daye û 269 kesên din pê ketin .
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku her du kesên mirine mêrek li Qamişlo in û jinek ji Hesekê ne.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 269 kesên din bi koronayê ketine, ji nav wan 149 mêr in û 120 jin in û li van herêman in:
59 kes li Dêrikê, 47 kes li Hesekê, 37 kes li Qamişloyê, 7 kes li Amûdê, 14 kes li Girkê Legê, 12 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li li Rimêlanê, 1 kes li Çilaxayê, 1 kes li Tirbespiyê, 1 kes li Til, Temirê, 24 kes li Tebqayê, 22 kes li Minbicê û 36 kes jî li Reqayê.
Dr. Ciwan Mistefa got, 15 nexweş baş bûne.
Li gorî lêzanînên dawî, hejmara nexweşên vîrusa korona gihaşte 5 hezar û 247'an, hejmara miriyan jî bû 135 û hejmara kesên baş bûne bû 771'an.