Mazlûm Kobanî: Erdogan îslamiyetê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i320805-mazlûm_kobanî_erdogan_îslamiyetê_ji_bo_berjewendiyên_xwe_bikar_tîne
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî(Mezlûm Ebdî), ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan piştgiriyê dide DAIŞê û got: “Erdogan Îslamê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar tîne.” Kobanî herwiha îdia kir ku Serokomarê Fransayê alîkariya misiliman kiriye û ew ji DAIŞê parastine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2020 05:27 Asia/Tehran
  • Mazlûm Kobanî: Erdogan îslamiyetê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî(Mezlûm Ebdî), ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan piştgiriyê dide DAIŞê û got: “Erdogan Îslamê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar tîne.” Kobanî herwiha îdia kir ku Serokomarê Fransayê alîkariya misiliman kiriye û ew ji DAIŞê parastine.

Fermandarê Giştî HSDê Mezlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê li ser nakokiyên di navbera Macron û Erdogan de daxuyaniyek da.

Mezlûm Kobanî îdia kir ku Macron piştevanê misilmana bûye û got: “Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di parastina misilmanan ji destê DAIŞê de hevkar bûye û roleke sereke di têkbirina rêxistin û parastina nirxên mirovahiyê de hebû.”

Kobanî herwiha Erdogan weke piştevanê DAIŞê pênase kir û got: “Nêrîna Erdogan ku piştevaniya DAIŞê dike, ne nêrîna misilmanên cîhanê ye û ne di berjewendiyên wan de ye, lê ew ola îslamiyetê ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî bikar tîne.”