Dewleta Tirkiyê baregeheke nû li Idlibê çêkir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i320464-dewleta_tirkiyê_baregeheke_nû_li_idlibê_çêkir
Dewleta Tirkiyê duho baregeheke leşkerî ya nû li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê ava kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 16, 2020 07:59 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê baregeheke nû li Idlibê çêkir

Dewleta Tirkiyê duho baregeheke leşkerî ya nû li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê ava kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Duh karwanekî leşkerî yê girêdayî artêşa Dewleta Tirkiyê gihaşt gundê Qewqefînê yê aliyê rojavayê çiyayê Zawiyê. Dewleta Tirkiyê li wê derê baregeheke leşkerî ava kir û ev baregeh a yekemîn e li vê herêmê.

Navenda Zîrevaniya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) destnîşan kir ku hêzên hikumeta Şamê gelek caran hewl da bi pêş ve biçin û gundê Qewqefînê kontrol bikin.

Tevî baregeha çiyayê Zawiyê hejmara baregehên Dewleta Tirkiyê li “herêma bêçek" gihaşt 69`an.