Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 65 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i319350-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_65_kesên_din_bi_vîrusa_koronayê_ketin
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li van deveran 65 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 07, 2020 16:23 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 65 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li van deveran 65 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê vî welatî 2 kesên ku bi vîrusa Koronayê ketibûn jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa da zanîn ku kesên can dane mêrekî (52 salî) ji bajarê Qamişlo û jineke (66 salî) ji  Dêrikê ye.

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 65 kesên din bi vîrusê ketine, 33 mêr in û 23 jin in.

Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 40 kesên din ên bi vîrusê ketibûn baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî 689 kes bi vîrusê ketine, ji wan 42 kes mirine û 198 jî baş bûne.