‘Qutkirina avê li ser Hesekê sûcek e li dijî mirovahiyê’
Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El- Yusif got: “Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê av li ser Hesekê li bakurê rojhilatê Sûriyê qut kirine. Ev sûcek li dijî mirovahiyê ye. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku demildest helwestek cidî nîşan bidin, ji bo ku kiryarên dewleta Tirkiyê rawestînin.”
Ev zêdetirî 3 hefteyan e ku dewleta Tirkiyê û çeteyên wê yê berhevkiriyên DAIŞ û El- Nûsra av li ser bajarê Hesekê qut kirine. Di encamê de zêdetirî milyonek kes, ji ber tunebûna avê zehmetiyên mezin dikişînin.
Li gorî çavdêrên rewşa Sûriyê, artêşa Tirkiyê avê weke çekekî di şerê xwe de yê li dijî herêmê bi kar tîne. Ev şer bi destpêkirina kombûna asta herikîna ava Firatê ber bi Sûriyê ve diyar bû. Herî dawî bi riya rawestandina stasyona Elok, av bi temamî li ser bajêr qut kir.
Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yusif got: “Şerê dawî yê ku dewleta Tirkiyê li dijî gelê bajarê Hesekê dike, şerek bi zanabûn e û li dijî mirovahiyê ye. Heta di şerên di navbera dewletan de qanûn hene, lê dewleta Tirkiyê bi qutkirina ava li ser zêdetirî milyonek kesî, li dijî mirovahiyê sûc pêk tîne.
El-Yusif bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku helwesteke bi lez nîşan bidin ji bo ku sûca ku dewleta Tirkiyê pêk tîne rawestînin û avê careke din bigihêje bajarê Hesek û wiha domand: “Av diyariyek ji Xwedê ye û mafê hemû mirovahiyê tê de heye.”
El-Yusif di dawiya gotinên xwe de got: “Dewleta Tirkiyê bi vê sûca xwe tevahiya qanûn û pîvanên mirovahiyê binpê dike.”
Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsgirêka avê, projeya kolandina bîrêna Hime pêk aniye û her wiha beriya çend rojan jî av bi riya projeyê gihaşt taxên bajarê Hesekê. Lê dîsa jî miqadara avê ya ku proje dide têra şêniyan nake.