Tebax 06, 2020 11:43 Asia/Tehran
  • Karwanê çekan ê Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê bo Kurdistana Sûriyê hat şandin

Karwanê hilgirê alavên leşkerî û locêstîkî yê Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê derbasî Qamişko, Heseke û Dêrazorê li Kurdistana Sûriyê bû.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Li gorî lêzanînên bidestketî ji çavkaniyên xwecihî, Karwanê hilgirê alavên leşkerî û locêstîkî yê Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê derbasî Qamişko, Heseke û Dêrazorê li Kurdistana Sûriyê bû.

Li gorî nivîsa ajansa KRD Newsê, Ev karwan ku pêkhatî ji bi dehan kamiyonî bû, roja bihurî bi derbasbûna ji derbasgeha Welîdê li bakurê Iraqê derbasî Kurdistana Sûriyê bû û ber bi Qamişloyê va çû.

Van kamiyonan bi dehan erebeyên zirêhî û panzêr hevrê digel alavên din ên locîstîkî û leşkerî veguhestine baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Qamişlo, Heseke û Dêrazorê.

Wer xuya dike, Amerîka piştî girêbesta neftî digel Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) û bertekên ku li dijî vê girêbestê hebûn, baregehên xwe yên leşkerî li Kurdistana Sûriyê xurt dike.

 

 

 

Serepeyv