ANHA: 'Artêşa Tirkiyê çeteyên Sûriyê ber bi Komara Azerbeycanê ve dişîne'
"Çavkaniyên taybet ji hundirên bajarê herêma Idlibê ya dagirkirî diyar kirin ku dewleta Tirkiyê çeteyên Sûriyê amade dike da ku wan bişîne Komara Azerbeycanê."
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Çavkaniyên taybet diyar kirin ku dewleta Tirkiyê plan dike çeteyên Sûriyê û leşkerên Tirk derbasî şerê di navbera Ermenistan û Komara Azerbeycanê de bike. Ji bo wê çeteyên Sûriyê ji gelek herêman li Idlibê amadekariyên xwe dikin da ku biçin Komara Azerbeycanê.
Ev tevgera çeteyan piştî ragihandina wezîrê parastinê yê dewleta Tirkiyê Hulusî Akar ku dewleta Tirkiyê wê piştgiriya Komara Azerbeycanê di şerê wê de li bi Ermenistanê re bike, hat. Li aliyekî din wezaretê piştrast kir ku serbaz û leşkerên Tirkiyê gihaştin Komara Azerbeycanê.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku bi dehan çeteyên Sûriyê li beramberî 5 hezar dolarî dê piştî Cejna Qurbanê derbasî Tirkiyê bibin û ji wir dê biçin Komara Azerbeycanê."
Komara Azerbeycanê û Ermenistan ji salên nodî ve, ji bo serweriya Çiyayê Qere Bax ê di navbera her du dewletan de nakok in. Hinek caran jî li herêmên temasê yên din, asta şer dijwar dibin. Di hefteya derbasbûyî, di encama şerê di navbera her du dewletan de, 2 leşkerên Komara Azerbeycanê hatin kuştin û 5 din jî birînda bûn. Her wiha leşkerek Ermenistanê jî hate kuştin.
Çavkaniyan û dazgehên çapemeniyê bi bîr xistin ku hejmara çeteyên Sûriyê yên ku dewleta Tirkiyê şandine Lîbyayê 15 hezar çeteyî derbas kiriye. Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ji wan 500 çete hatin kuştin.