65 erebeyên hilgirê çekên Amerîkayê derbasî nav axa Bakurê Sûriyê bûn
Tîrmeh 20, 2020 15:06 Asia/Tehran
Hêzên amerîkî karwwanekî erebeyên hilgirê çek û alavên leşkerî ji Iraqê derbasî nav axa Sûriyê kirin.
Li gorî rapora ISNAyê ji zarê SANA Newsê, Çavkaniyên xwecihî yên navçeya Ye'rebiyê li nêzikî Hesekeyê ragihandin ku Hêzên amerîkî karwwanekî erebeyên hilgirê çek û alavên leşkerî ji Iraqê derbasî nav axa Sûriyê kirin.
Çavkaniyên navbirî her wiha ragihandin ku ev karwan ji 65 kamiyon, erebeyên zirhî, panzêr û erebeyên Hamer pêk dihat û ber bi baregeha neqanûnî ya Amerîkayê li navçeya Xerab Ceyrê li derdora Dêrikê (El-Malikiye) li parêzgeha Hesekeyê va çûye.