Hêzên dagirker şewitandina mal û milkên sivîlan didomînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316430-hêzên_dagirker_şewitandina_mal_û_milkên_sivîlan_didomînin
Leşkerên Tirkiyê careke din agir berdan zeviyên çandiniyê û malên sivîlan ên li gundên Til Temirê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 02, 2020 20:02 Asia/Tehran
  • Hêzên dagirker şewitandina mal û milkên sivîlan didomînin

Leşkerên Tirkiyê careke din agir berdan zeviyên çandiniyê û malên sivîlan ên li gundên Til Temirê.

Leşkerên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê hedefkirina rizqê sivîlan didomînin.

Leşkerên artêşa Tirkiyê ji baregeha ku li ser girê Amiriyê yê başûrê rojavayê Til Temirê a li ser rêya M4 ava kirine, agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên Amiriyê, Erbihîn û Lêlan xistin. Ji ber ba şewat ber fireh dibe.

Şêniyê bi navê Ehmed Îbrahîm ê ji gundê Gozeliyê yê li ser rêya M4 got: "Şewat ji nêzî baregeha Tirkiyê ya li ser rêya M4 dest pê kir û belavî gundên derdorê bû. Di encamê de hejmarek mezin ji malên sivîlan û darên wan şewitîn."

Îbrahîm diyar kir ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê, sivîlên ku hewl didin şewatê vemirînin dikin hedef û ev tişt anî ziman: "Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê mafên sivîlan binpê dikin, milkên wan talan dikin û zeviyên wan dişewitînin."