Li Sûriyê 20 kesên din bi Vîrûsa Koronayê ketine
May 25, 2020 14:24 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku li welêt 20 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê, Ajansa Sana ya girêdayî hikumeta Sûriyê ji zarê Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê, ragihand ku li Sûriyê 20 kesên din bi Vîrûsa Koronayê ketine. Bi vê yekê hejmara nexweşên şewba Koronayê li Sûriyê digihêje 106`an.
SANA News'ê ragihand ku her 20 rewşên nû yên vîrûsê ji derveyî Sûriye hatine, ku ji wan 15 ji Kiwêtê, 3 ji Sûdanê, 1 ji Rûsyayê û 1 jî ji Îmaretê hatine.