Amerîka: Me 2 serkirdeyên DAIŞê kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316111-amerîka_me_2_serkirdeyên_daiŞê_kuştin
Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê aşkere kir, Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 2 serkirdeyên DAIŞê di êrîşeke esmanî de kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 24, 2020 05:15 Asia/Tehran
  • Amerîka: Me 2 serkirdeyên DAIŞê kuştin

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê aşkere kir, Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 2 serkirdeyên DAIŞê di êrîşeke esmanî de kuştin.

Fermandariya Navendî di daxuyaniyekê de îdia kir ku Ehmed Îsa Îsmaîl El Zawî û Ehmed Ebd Mihemed Hesen El Cixêfî roja 17ê vê mehê di êrîşeke esmanî ya hevbeş de li parêzgeha Dêrazorê hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de diyar bûye El Zawî ku bi navê “Ebû Elî Bexdadî” dihat naskirin, waliyê DAIŞê li bakurê Bexdayê û berpirsê belavkirin û veguhastina telîmatên teroristî ji fermandarên DAIŞê yên mezin bo fermandarên biçûk li bakurê Bexdayê bû.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku El Cixêfî jî bi navê “Ebû Emar” dihat naskirin û ew berpirsê karên lojestîk û îmdadê bo DAIŞê bû û herwiha ew berpirsê proseyên veguhastina çekan, bombeyan û çekdaran li seranserî Iraq û Sûriyê bû.

Her di wê derbarê de, roja 18ê vê mehê Rewanegeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, hêzên Amerîkî û bi beşdariya hêzên taybet ên HSDê ji bo desteserkirina 2 kesan li gundê Şihêl yê li rojhilatê Dêrazorê, ji esman ve operasyoneke daketina ser malên wan encam da.

Amerîka herwiha îdia kiriye ku bi hevpeymanên xwe re şerê li dijî DAIŞê berdewam dike.