Di mehekê de 37 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316100-di_mehekê_de_37_çeteyên_daiŞ’ê_hatin_kuştin
Di mehekê de di encama şerê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê û operasyonên QSD’ê (HSD) li Bakur û Rojhilata Sûriyê de, 37 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin ku 4 jê serçete ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 23, 2020 16:14 Asia/Tehran
  • Di mehekê de 37 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Di mehekê de di encama şerê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê û operasyonên QSD’ê (HSD) li Bakur û Rojhilata Sûriyê de, 37 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin ku 4 jê serçete ne.

 

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê, Di meha Remezanê de DAIŞ`ê êriş li dijî hêzên hikumeta Sûriyê li çolistana Sûriyê û hêzên QSD’ê li herêmên Rêveberiya Xweser pêk anîn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji destpêka meha Remezanê ve di encama şerên di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û DAIŞ’ê de û operasyonên QSD’ê û Koalîsyona Navdewletî  li rojhilata Dêrazorê û tevî operasyonên QSD’ê yên li Reqayê 37 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Beriya demekê jî serçeteyekî berê yê DAIŞ`ê li başûrê Efrînê di êrişa balafirên koalîsyonê de hate kuştin.SOHR`ê ragihand ku ji destpêka meha Remezanê ve çeteyên DAIŞ’ê 43 caran teqîn û êriş pêk anîn, bêyî ku hêzên hikumeta Sûriyê û hêzên Îranê bibin asteng li pêşiya êrişên wan.