Fransa: 13 jinên Fransî yên DAIŞê ji kampên kurdên Sûriyê reviyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316044-fransa_13_jinên_fransî_yên_daiŞê_ji_kampên_kurdên_sûriyê_reviyan
Tê gotin ku 13 jinên Fransî yên DAIŞê ji kampên kurdên Sûriyê reviyane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 21, 2020 22:05 Asia/Tehran
  • Fransa: 13 jinên Fransî yên DAIŞê ji kampên kurdên Sûriyê reviyan

Tê gotin ku 13 jinên Fransî yên DAIŞê ji kampên kurdên Sûriyê reviyane.

Dezgeha Dijîterorê ya Fransayê ragihand, di dema dawî de 13 jinên DAIŞê yên Fransî ji kampa Holê ya li Hesekê û kampa Eyn Îsayê reviyane ku yek ji wan jinan hevjîna pilankarê êrişa terorîstî ya sala 2015 ya Parîsê ye.

Di wê derbarê de Damezirênerê Rêxistina Dijî Eşkenceyê yê Fransî Jean-Charles Brisard got, revîna wan jinên DAIŞê, nîşana wê yekê ye ku rêveberiya kurdên Sûriyê şiyana wan ya zeftkirin û ragirtina terorîstên biyanî tine.

Wî berpirsê Fransî her wiha got, metirsiya herî mezin ew e, ew kesên ji Sûriye û Iraqê direvin, li deverên din xwe komî hev bikin û diqewme ku bi veşartî jî vegerin Ewropayê.

Zêdetir ji 11 hezar jin û zarokên DAIŞê di kampa Holê de ne.  Tevî ku rêveberiya kurdên Sûriyê bi berdewamî bang li welatên biyanî dike ku bi berpirsatiya xwe rabin û welatiyên xwe ji kampê werbigirin û çareyekê ji rewşa girtiyên DAIŞê re bibînin, lê heta niha ti çareserî nehatiye kirin.