Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê topbarana gundên Girê Spî û Eyn Îsayê didomîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316043-artêşa_tirkiyê_û_çeteyên_wê_topbarana_gundên_girê_spî_û_eyn_Îsayê_didomîne
Gundên Hoşan û Xalidiyê yên navça Eyn Îsayê ji aliyê leşker û çeteyên artêşa Tirkiyê ve tên topbarankirin. Herwiha ji ber topbarana hêzên tirk û çeteyên wan agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê Girê Spî ket ku ev şewat berdewam dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 21, 2020 21:57 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê topbarana gundên Girê Spî û Eyn Îsayê didomîne

Gundên Hoşan û Xalidiyê yên navça Eyn Îsayê ji aliyê leşker û çeteyên artêşa Tirkiyê ve tên topbarankirin. Herwiha ji ber topbarana hêzên tirk û çeteyên wan agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê Girê Spî ket ku ev şewat berdewam dike.

Leşkerên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê topbarana li ser gundên Huriye, Qizelî û Kopirlik ên rojavayê bajarê Girê Spî didomînin û şewata zeviyên çandiniyê jî berdewam e.

Herwiha leşkerên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundên Hoşan û Xalidiyê yên navçeya Eyn Îsayê jî topbaran dikin. Ji ber topbaranê agir bi zeviyên van gundan jî ketiye.

Hîn jî topbaran û şewata li zeviyên kurdên Sûriyê didomin.

Xelkê navçê dibêjin ziyana ku ji ber van şewatan gihêştiye cotkaran û xelkê gundan ji ziyanên ku DAIŞê gihandibû wan jî zêde ye.