Efrîn - Balefirekê otomobîleke çekdarên ser bi Tirkiyê bombebaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i316034-efrîn_balefirekê_otomobîleke_çekdarên_ser_bi_tirkiyê_bombebaran_kir
Balefireke bê balefirvan otomobîleke leşkerî ya çeteyên ser bi artêşa Tirkiyê li Efrînê bombebaran kir û çeteyên tê de hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 21, 2020 20:43 Asia/Tehran
  • Efrîn - Balefirekê otomobîleke çekdarên ser bi Tirkiyê bombebaran kir

Balefireke bê balefirvan otomobîleke leşkerî ya çeteyên ser bi artêşa Tirkiyê li Efrînê bombebaran kir û çeteyên tê de hatin kuştin.

Jêderekî taybet ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro balefireke bê balefirvan otomobîleke leşkerî ya çekdaran di navbera gundên Îska û Şadêrê de bombebaran kir û hemû çeteyên tê de hatin kuştin.

Heta niha nayê zanîn ew balefir ser bi kîjan aliyekî ve ye û herwiha nayê zanîn çekdarên hatine kuştin jî bi ser çi grubekî ve ne.