'Mertalên Firatê dexl û çandiniyê kurdên bakura Sûriyê şewitandin'
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315996-'mertalên_firatê_dexl_û_çandiniyê_kurdên_bakura_sûriyê_şewitandin'
Şêniyên herêmê diyar kirin ku li Kobanê di encama topbarana 'Mertalên Firatê' de 80 hektar zeviyên çandiniyê şewitîn û bûn xwelî. Dîsa rayedarên Tirkiyê piştî 4 salan cara duyemîn e ku ava çemê Firatê ji sedî 60 ji ser Sûriyê kêm kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2020 16:20 Asia/Tehran
  • 'Mertalên Firatê dexl û çandiniyê kurdên bakura Sûriyê şewitandin'

Şêniyên herêmê diyar kirin ku li Kobanê di encama topbarana 'Mertalên Firatê' de 80 hektar zeviyên çandiniyê şewitîn û bûn xwelî. Dîsa rayedarên Tirkiyê piştî 4 salan cara duyemîn e ku ava çemê Firatê ji sedî 60 ji ser Sûriyê kêm kirin.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Rayedarên Tirkiyê dîsa ava Çemê Firatê ku di nava axa Kobanê, Reqa, Dêrazorê û gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re diherike û ji bo milyonan welatîyan çavkaniya jiyanê ye qut kir. Rayedaran rêjeya avê ji sedî 60 kêm kirin. Çemê Firatê di heman demê de ji bo Helebê ava vexwarinê ye. Çemê Firatê avê dide deştên li dirêjaiya hewzeya Firatê ya bakurê rojhilatê Sûriyê.  Li gorî komîte û desteyên çandiniyê yên herêmê firehiya rêjeya ku bi genim, darên mêweyan û baxçeyan hatiye çandin, derdora 400 hezar hektarî ye. Hevseroka Meclisa Navçeya Qenaya ya rojavayê Kobanê Sûad Dumer got: “Dewleta Tirkiyê bi zanebûn asta ava çêm kêm dike. Ev yek gefê li berhema xwecihî ya zebzeyan ên li dirêjahiya qiraxa çêm hatine çandin dixe." Di heman demê de kêmbûna asta avê metirsiyên qutbûna kehrebê zêde dike ku dê rojane zêdeyî 12 saetan kehrebe qut bibe. 'MERTALÊN FIRATÊ 80 HEKTAR ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ KIRIN XWELΠRoja 18-19'ê Gulanê ji ber topbarana 'Mertalên Firatê' yên ji TSK û OSO pêk tê, nêzî 80 hekar zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê Kobanê şewitîn. Endamên OSO yên bajarê Cerablusê dagir kirine bi zanebûn guleyan ber bi qiraxê rojhilat ê çemê Firatê diavêjin. Di 18-19'ê Gulanê de "Mertala Firatê" yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin zeviyên genim ên deşta Bûrazê şewitandin.