Şêniyên Til Temirê: Tirkiye zeviyên me dişewitîne û nahêle em vemirînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315985-Şêniyên_til_temirê_tirkiye_zeviyên_me_dişewitîne_û_nahêle_em_vemirînin
Şêniyên gundên bakur û rojavayê navçeya Til Temirê yên li xeta temas a bi herêmên dagirkerî re diyar kirin ku artêşa Tirkiyê bi zanebûn zeviyên çandiniyê dişewitîne û rê nade tîmên agirkujiyê ku şewatê vemirînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2020 10:04 Asia/Tehran
  • Şêniyên Til Temirê: Tirkiye zeviyên me dişewitîne û nahêle em vemirînin

Şêniyên gundên bakur û rojavayê navçeya Til Temirê yên li xeta temas a bi herêmên dagirkerî re diyar kirin ku artêşa Tirkiyê bi zanebûn zeviyên çandiniyê dişewitîne û rê nade tîmên agirkujiyê ku şewatê vemirînin.

Li gorî rapora ajasna nûçeyan a Hawar Newsê, Leşkerên dewleta Tirkiyê bi zanebûn zeviyên çandiniyê yên gundên rojava û bakurê navçeya Til Temirê dişewitînin û kesên hewl didin agir vemirînin dikin hedef.

ANHA‘yê nêrînên hin cotkarên xeta herêma Zirgan û Til Temirê wergirtin.

Cotkar Ebûd Mîzer ê ji gundê Şêx Elî got: "Me zevî çandin, lê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ve tên şewitandin. Çete ne zêdeyî  kîlometreyekê dûrî me ne, zeviyên me li ber çavên me dişewitin. Em nikarin agir vemirînin.”

‘ARMANC KOÇBERKIRIN Û GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ YE‘

Şêniyê bi navê Ehmed Wecirî ê ji gundê Qibûr Qeracina anî ziman ku çeteyan roja Yekşemê zeviyên wî û yên gundên derdorê şewitandin.

Wecirî got: “Artêşa  Tirkiyê û çeteyên wê bi şewitandina zeviyên çandiniyê dixwazin şêniyan koçber bikin da ku gundan dagir bikin û demografiya wê biguherin.”

DAGIRKER TÎMÊN AGIRKUJIYÊ DIKIN HEDEF

Wecirî destnîşan kir, şêniyên ku hewl didin agir vemirinên ji aliyê çeteyan ve têne hedefgirtin û got: “Şênî debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikin. Lê çete zeviyên çandiniyê dişewitînin. Em bang li aliyên têkildar dikin ku binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê rawestînin.”

Endamê rêveber ê beşê alavan  ê şaredariya Til Temirê Mehmûd Dear gor: “Çete zeviyên çandiniyê yên gundên bakur û rojavayê navçeya Til Temirê dişewitînin. Em wekî tîma agirkujiyê nikarin şewatê vemirînin, ji ber ku raste rast ji aliyê artêşa Tirk  û çeteyên wê ve têne hedefkirin.”Dear bang li şêniyan kir ku di vemirandina şewatê de bi wan re bibin alîkar û bi rêya hejmarên telefonê ku hatine diyarkirin bi wan re pêwendiyan çêkin.