HSD‘ê li Dêrazorê hejmarek çeteyên DAIŞ‘ê girtin
May 19, 2020 19:41 Asia/Tehran
Yekîneyên Taybet ên HSD‘ê li Dêrazorê bi çalakiyekê hejmareke terorîstên DAIŞ‘ê girtin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya twîtterê belav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de, yekîneyên me yên taybet û Hêzên Koalîsyona Navnetewî li gundewarên rojhilatê Dêrazorê çalakiyek li dijî şaneyên DAIŞ‘ê pêk anîn. Di encamê de hejmarek endam û fermandarên şaneyên DAIŞ‘ê hatin girtin û çek û alavên wan hatin desteserkirin."