Artêşa Tirkiyê agir berda genim û cehê xelkê li derdora Serê Kaniyê
May 19, 2020 19:38 Asia/Tehran
Li derdora Serê Kaniyê Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê agir berda genim û cehê xelkê.
Ajansa SANA ya fermî ya Hikumeta Sûriyê belav kiriye, serê sibeha îro, agir bi zeviyek a nêzîkî xalek a serbazî ya Tirkiyê ket û genim û cehê 6 gundên derdora Serê Kaniyê bi xwe ve girt.
Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê agir berdane cih û genimên xelkê kurd ê navçê.
Li gor ajansa SANA, agir rûberek berfereh ji erdên, gundên Menacîr, Ehras; Amirye; Til Etaş, Erat û Ebû Bekir li xwe girt û ziyanek mezin gihandiye genim û cehê xelkê wan gundan.
Di 16ê vê mehê de, agir bi dexlûdanê cotyarên Til Temirê jî ketibû û çekdarên dijbereya Sûriyê hatibûn tometbar kirin.