Teqînek li Efrînê çêbû
May 19, 2020 16:49 Asia/Tehran
Îro li nav bajarê kurdnişîn ê Efrînê yê bakurê rojavayê Sûriyê ku Tirkiyê û terorîstên wê ew dagîr kiriye teqînek çêbû û di encama wê de 2 kes birîndar bûn.
Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê got, îro Sêşemê 19ê Gulanê, teqînek li nêzîk baregehê ofîsa hawarçûnê li cadeya berevaniya sivîl çêbû.
Li gor heman çavkaniyê, di encama teqînê 2 kes birîndar bûne ku yek ji wan welatiyekî Kurd ji nişteciyên resen ên Efrînê ye û yek jî Erebekî hawirde ye.
Çavkaniya taybet ji Rûdawê re diyar kir ku teqînê bi mîneke vedayî li destpêka taxa Eşrefiyê nêzîk pira sereke ya Efrînê çêbûye.