Li Sûriyê 'aliyan' qebûl kirin ku dîsa li Jenevreyê kom bibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i315960-li_sûriyê_'aliyan'_qebûl_kirin_ku_dîsa_li_jenevreyê_kom_bibin
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Geîr Pedersen diyar kir ku aliyên şer ên Sûriyê qebûl kirine, heke krîza tendiristiyê rê bide, ew dîsa li Jenevreyê kom bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 19, 2020 11:08 Asia/Tehran
  • Li Sûriyê 'aliyan' qebûl kirin ku dîsa li Jenevreyê kom bibin

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Geîr Pedersen diyar kir ku aliyên şer ên Sûriyê qebûl kirine, heke krîza tendiristiyê rê bide, ew dîsa li Jenevreyê kom bibin.

Geîr Pedersen daxuyanî da çapemeniyê û got, "Heke rewşa pandemiyê rê bide qebûl kirine ku werin Jenevrê û li ser rojeva kombûna dema bê li hev kirine.'"

Pedersen aşkere nekir ka ewê kengî li hev kom bibin û di vî halî de diyar kir ku kombûna Komîta Destûrê ya Sûriyê nikare bi rêya vîdeokonferansê pêk bê.

Komîtê di behsê de bi giştî ji nûnerên hikûmeta Şamê û ji wan navan pêk tê ku NY'yê diyar kirine, her wiha nûnerên çeteyan ku dewleta Tirkiyê ew weke 'muxalîf'an dane pêş jî di komîteyê de cih digirin.

Komîteya Destûrê cara pêşî payiza par li Jinêvê komî ser hev bûbûn. Heta niha ev kombûnên di bin banê NY'yê de ti encamek bi xwe re neanîne, tiştek ji wan çênebûye.